Rêxistina Îstixbaratê ya Tirkiyeyê(MÎT) bi daxuyanîyekê welatî hişyar kirin ku dibe li roja 1`ê Gulanê êrîşeka xwekujî çêbibe.
Li gor rpora Kurdpress'ê ji zarê Stûpnîk News'ê, MÎT'ê bi daxuyanîyekê welatî hişyar kirin. MÎT'ê diyar kir: Li gor zanyariyên MÎT'ê komên terorîst plan dikin ku êrîşeka xwekujî bibin ser girseyên pîrozkirina roja karkeran a cîhanê di 01-05-2016'an de.
Herwiha dezgeha îstixbaratê bal kişand ser wê yeke ku divê tedbîrên ewlehiyê ji bo roja karkeran a cîhanê bên zêdekirin.
Di daxuyanîyê de hişyarî ji bo wê yeke jî hat dayin ku dibe DAIŞ êrîşan li ser perestgehan jî pêk bîne.
کۆدی بابهت: 55410 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۳۰ | کاتژمێر: 11 : 39
برچسب:
نویسنده: استخدام کار