خرید بک لینک

Li bajarê Edeneya Tirkiyeyê di navbera polîs û komekê de şer derket û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Li gor medyaya Tirkiyeyê, kesê ku jiyana xwe ji dest daye alîgirê PKK'ê bûye.

Bûyer vê sibehê li taxa Kûçûkdîkîlî ya navçeya Seyhanê qewimî.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, dema otomobîla polîsan derbas dibû ji aliyê 3 kesan ve teqe lê hatiye kirin û şer derketiye û di encamê de li cihê bûyerê kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Heta niha nasnameya kesê ku jiyana xwe ji dest daye, eşkere nebûye lê tê îdîakirin ku alîgirê PKK'ê bûye û cenazeyê wî ji bo otopsiyê bo Morga Dezgeha Dada Pizîşkî ya Edenê hatiye veguhestin.

کۆدی بابهت: 55405 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۳۰ | کاتژمێر: 11 : 24

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 30 فروردين 1395 ساعت: 14:33

صفحه بندی