Hêza dijîteror a ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û hêzeka taybet a Amerîkî, li navçeya Hemam Elîl a başûrê Mûsilê, operasyoneka taybet û hevbeş encamp dan.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Rûdawê, Rêveberya Giştî ya Dijîterorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, ragihand, piştî komkia agahiyên îstixbaratî û çavdêrîkrinê, îro di operasyoneke taybet û hevbeş de, Rêveberiya giştî ya dijîterorê û hêzeke amerîkî pêk anîn.
Hat gotin operasyon bi riya daketina asmanî, bi helîkopteran, li nêzîkî hemam Elîl ku dikeve nav devera di bin kontirola DAIŞ`ê de, hat encamdan.
Di encama operasyonê de emîrê DAI'Şê, Selman Abid Şebib el Cuburî yê bi navê Ebû Yûsif tê naskirin û 2 pasavanên wî hatine kuştin.
Parastinê diyar kir ku Ebû Yûsif berê êmîrê giştî yê serbazî yê başûrê Mûsilê bû û serperiştiya êrişên DAIŞ'ê yên li Mexmûrê dikir.
کۆدی بابهت: 55458 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۳۰ | کاتژمێر: 21 : 23
برچسب:
نویسنده: استخدام کار