Rêxistina terorê ya DAIŞ'ê bi îdiaya ku me tanka artêşa tirkan rûxand dîmenek weşand.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Spûtnîk News'ê, rêxistina terorê ya DAIŞ'ê diyar kir ku wan li kampa Başikaya Iraqê tankeka ser bi hêzên çekdar ên tirk (TSK) îmha kirine û dîmenê vê yekê weşandin.
Di dîmenê de DAIŞ'iyek ku di destê wî de roket heye, berê xwe dide tankê û roketê agir dike. Bi tekbîran roketê agir dike û tankê îmha dike. Di encamê de tank diteqe û ev yek ji hêla DAIŞ'iyan ve bi kêfxweşî û bi tekbîran tê pîrozkirin.
کۆدی بابهت: 55516 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۳۱ | کاتژمێر: 18 : 41
برچسب:
نویسنده: استخدام کار