خرید بک لینک

Serokê dewleta Rûsyayê Viladîmîr Putîn daxuyand ku bi piştevaniya dewleta Rûsyayê îro rewşa Sûriyeyê baş e û dê her ku biçe baştir bibe.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk News'ê, serokê dewleta Rûsyayê Viladîmîr Putîn di merasîma ‘pêşkêşkirina nameya ewlehiyê' ya balyozên 16 dewletan de axivî. Putîn di civînê de li ser rewşa Sûriyeyê diyar kir ku gelekî piştevaniya wan dikin û got: 'Wekî dewleta Rûsyayê me gelekî piştevaniya Sûriyeyê kir. Bi saya vê yekê Dewleta Suriyeyê îro li ser piyan e û têk neçû. Li gel vê yekê pêşiya mirina bi hezaran sivîlan jî hate girtin.'

Putîn ragihand ku bi alikariya hêzên hewayî yên rûsî, artêşa Sûriyeyê zêdetirîn 400 cihî, ji destên terorîstan rizgar kirin.

Putîn diyar kir ku Rûsya li gel alîkariyên leşkerî alikariya siyasî jî dike û wiha got: ‘Wekî ku tê zanîn di navbera Rûsya, Amerîka û muxalifên Sûriyeyê de jî pêvajoyeke siyasî dest pê kir. Li gel vê yekê em ê alîkariya mirovî jî ji gelê Sûriyeyê re bi rê dikin.'

کۆدی بابهت: 55568 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱ | کاتژمێر: 17 : 55

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 1 ارديبهشت 1395 ساعت: 22:01

صفحه بندی