خرید بک لینک

Stada hilbijartinên Îranê ragihand ku propagandayên hilbijartinan bi awayekî fermî di destpêka îro, roja pêncşemiyê de dest pê kirine.

Li gor rapora Kurdpress'ê, di ragihandina stada hilbijartinên Îranê de wiha hatiye gotin: Ji raya giştî û namzedên merheleya duyem a 10. dewreya hilbijartinên Meclîsa Şewraya Îslamî re tê ragihandin ku propagandayên merheleya duyem a hilbijartinan ji saetên destpêka roja pêncşemiyê, 2016.4.21 ve dest pê kirine û wê di saet 8'ê roja pêncşemiyê, 2016.4.28 de bi dawî bibin.

Li gor rapora Kurdpress'ê, di merheleya duyem a hilbiartinên parlemenê de, 136 namzed ji bo bidesxistina 68 kursiyên parlemenê di 55 navendan de dikevin pêşbaziyê.

Di merheleya yekem a hilbijartinan de ku 26'ê sibatê birêve çû de 221 namzed bo parlemenê hatin hilbijartin.

کۆدی بابهت: 55583 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲ | کاتژمێر: 12 : 53

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 2 ارديبهشت 1395 ساعت: 20:17

صفحه بندی