Li Dêrsîmê teqînek çê bû û di encamê de 3 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Rûdaw'ê, îro li bajarê Dêrsmê, li ser riya di navbera Dêrsîm û Elazîxê de û bi dûriya 25 km li navenda bajarê Dêrsîmê teqînek qewimî.
Teqîn di demekê de çê bû, ku wesayita leşkerî ya hêzên ewlehiyê li ser rêya bejayî ya de navbera Dêrsîm-Elazîxê de derbas dibû û li ser rêya wê bombeyek teqiya.
Hat zanîn ku di encama teqînê de 3 leşker hatin kuştin û çend leşker jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê gelek ambulans, tîmên hawarhatinê û hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê ber bi cihê teqînê ve çûn.
Tîmên hawarhatinê leşkerên birîndar ber bi nexweşxaneyê ve veguhastin.
Li cihê ku teqîn lê qewimî, tedbîrên tund ên ewlehiyê hatin girtin û hêzên ewlehiyê operasyon dan destpêkirin.
کۆدی بابهت: 55606 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۳ | کاتژمێر: 15 : 58
برچسب:
نویسنده: استخدام کار