خرید بک لینک

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li bajarê Konyayê ji mirinê zivirî.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Rûdawê, serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu duh şev li bajarê Konyayê beşdarî beameya Hefteya Pîroz a Jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê û beameya Danasîna Paytexta Turîzmê yê Cîhana Îslamî Konyayê bû. Li gor agahiyan xwekujekî DAIŞî plan kiribûn di salona Ahmet Davutoglu axivî de xwe biteqîne.

Li gor agahiyan Timên Şaxa Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Konyayê pê hesan ku Îsa Almseytef (25) ê ji Sûriyê çûyî li bajarê Konyayê bicihbûye, tekîliya wî bi DAIŞê re heye.

Timên Şaxa Dijî Terorê piştî 2 meh lêkolîn û şopandina Almseytef, agahdarbûn ku ew amadekariya êrişekî xwekûjî dike.

Polîsan duh şev Îsa Almseytef girt û piştre jî 2 kesên din bigumana DAIŞî ne girtin.

Hat zanîn ku Almseytef rojek beriya beameya Ahmet Davutoglu li Navenda Kongre û Sporê ya Şeredariya Konyayê lêkolîn kiribû ku Davutoglu li wê salonê gotara xwe pêşkêş kiribû.

Li gor agahiyên hatine bidest xistin Almseytef piştî lêkolînê ligel xwekujekî DAIŞê li Sûriyê ketiye peywendiyê û jê re gotiye, ji ber ewlekariya zêde rîska çalakiya xwekujî heye dibe ku ew negihêjin armanca xwe.

Lêpirsîn derbarê hersê gumanbarên hatine girtin de li Rêveberiya Ewlekariya Konyayê didome.

کۆدی بابهت: 55649 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۴ | کاتژمێر: 14 : 46

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: شنبه 4 ارديبهشت 1395 ساعت: 18:41

صفحه بندی