Serokwezîra Almanya Angela Merkel û şandek pilebilind ji Yekîtiya Ewropayê (YE) bo serdena kampa penaberan bikin, hatin Dîlokê.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Rûdaw'ê, serokwezîra Almanya bi balafira taybet di saet 16.50an de çû Dîlokê. Merkel li balafirgehê ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyeyê Davûtoglû, alîkarên serokwezîr Yalçin Akdogan, Mehmet Şîmşek, Wezîrê Navxweyî Efkan Ala, Walî Alî Yerlîkaya û Şaredar Fatma Şahîn ve hat pêşwazîkirin.
Merkel, Davûtoglû, Serokê Konseya YE Donald Tusk û Yekem Cîgirê Konseya YE Frans Timmermans dê li navçeya Nîzîpê serdana paneberên sûrî ên li kampan dimînin, bikin.
Di vê serdanê de tê armanckirin ku peymana di navbera Tirkiye û YEê de a di 20ê Adara 2016an de ji bo kontrolkirina koça penaberan hatiye îmzekirin, bê bicihkirin.
Li Almanya û Ewropa hinek kes rexne li peymana YE - Tirkiyeyê dikin ji aliyê din jî tê hêvîkirin ku Merkel piştgiriya xwe ji bo wê peymanê dîsa nîşan bike.
کۆدی بابهت: 55658 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۴ | کاتژمێر: 20 : 43
برچسب:
نویسنده: استخدام کار