Enwer Hecî Osman, Cîgirê wezîrê Pêşmerge ragihand ku ji herêma Kurdistanê wê hêzên pêşmergeyên zêtir bişînin Xurmatoyê.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Spûtnîk, Enwer Hecî Osman wiha got: Rewşa niha ya Xurmatoyê ya ku hîn lê şer berdewam dike, me dît ku pêwîst e ku em zêdetir pêşmergeyan bişînin Xurmatoyê.
Herwiha Cîgirê Wezîrê Pêşmerege eşkere kir ku ew ê heyetekê bişînin Xurmatoyê û wiha dewam kir: Ti encamên baş ji hevdîtinên berî niha deeketin. Eger encamê wan hevdîtinan serkeftî bûna, rewşa navçeyê dê niha ne wisa bûya.
کۆدی بابهت: 55708 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۵ | کاتژمێر: 19 : 59
برچسب:
نویسنده: استخدام کار