Mihemedcewad Etirçiyan, rêveberê giştî yê hinardekirin û rêxistina rêdarî û veguhestinên Îranê got: Vê gavê hem kamyonên Tirkiyeyê dikarin di nav axa Îranê de hatûçûyê bikin û bên barkirin û hem jî kemyonên Îranê di nav axa Tirkiyeyê de. Hinardekirina berhemên çandiniyê di navbera herdu welatan de, wekî pêwendiyeka dualî berdewam dike.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê malpera ragihandinê ya dewletê, Mihemedcewad Etirçiyan ragihand ku ji ber nebûna ewlehiyê li Tirkyeyê, hinardekirina kelûpelan bo wî welatî 10% kêm bûye. Wî herwiha hêvîdariya xwe anî ziman ku bi îmzekirina peymana ku vê dawiyê di serdana serokkomarê Îranê bo Tirkiyeyê de hat girêdan, ev pirsgirêk jî bê çareserkirin.
Mihemedcewad Etirçiyan herwiha got: Di navbera Îran û Tirkiyeyê de 3 deriyên sînor hene ku mixabin ji ber pirsgirêkên ewlehiyê li Tirkiyeyê, derfeta şandina kelûpelan di 2 deriyên sînor ên Sêro û Raziyê de tine, lê hatûçûna xelkê û kamyonan li deriyê sînor ê Bazirganê bi hemî hêza xwe berdewam e.
کۆدی بابهت: 55706 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۵ | کاتژمێر: 18 : 44
برچسب:
نویسنده: استخدام کار