خرید بک لینک

Piştî civînên di navbera Tûgayên Bedir ên Şîî û hêzên Pêşmerge de li Xurmato ya Iraqê agirbest hat ragihandin.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê ANHA'yê, li navçeya Xurmatoyê ji ber şerên di navbera mîlîsên Heşd El-Şabî yên Şîî û hêzên Peşmerge de komek ji Endamê Polîtburoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan (YNK) û Berpirsê Eniya Germesor Mahmûd Sengavî, Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm, Berpirsê Teşkîlata Rêxistina YNK’ê yê Kerkûkê Aso Mamend, Berpirsê Leşkerî yê Eniya Xurmato yê YNK’ê Abdûllah Bor, Qeymeqamê Xurmato Şelal Abdûllah, Fermandarê Tûgayên Bedîr ên Şîî Hadî Amîrî û ji fermandarên Heşdî Şabî li gundê Hervele civîn li dar xistin.

Piştî civînê Hadî Amîrî û Necmeddîn Kerîm encamnameya civînê ragihandin. Van diyar kirin ku divê şer demildest bêne rawestandin û ji bo îlana agirbestê di demek herî kurt de civînek hê berfirehtir bê sazkirin.

کۆدی بابهت: 55720 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۶ | کاتژمێر: 10 : 19

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 6 ارديبهشت 1395 ساعت: 13:07

صفحه بندی