خرید بک لینک

Serokê Tevgera Pêşeroja Lubnanê Seid Herîrî di nav lîsteyekê de ku bo namzedên Şaredariya Beyrûtê ragihandiye, kurdek jî kiriye namzed.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Rûdaw'ê, serokê Tevgera Pêşeroja Lubnanê Seid Herîrî ku kurê Serokwezîrê terorkirî yê Lubnanê Refîq Herîrî ye, lîstek ji navê 24 namzedan bo hilbijartinên Şaredariya paytexta wî welatî, bajarê Beyrûtê amade kiriye.

Lîsteya ku Tevgera Pêşeroja Lubnanê ragihandiye, ji aliyê Cemal Îtanî ve tê serokatîkirin û bo yekemîn car li Lubnanê navê kurdekî jî di nav namzedên wê lîsteya ji bo hilbijartinên Şaredariya Beyrûtê de heye.

Tekane namzedê kurd ê lîstê navê wî Ednan Emîrat e. Seid Herîrî piştî civîna ligel Ednan Emîrat amaje bi wê yekê kiriye ku kurd beşekî giring ê pêkhateya civaka Lubnanê û Beyrûtê ne û he rji ber wê yekî li cem wan giring e ku nûnerên hemû pêkhateyan beşdar bin û nûnerê wan di hilbijartinên dahatî de hebe.

Hevdem şandek ji kesatiyên kurd ên Lubnanê serdana Herîrî kirine û jê re ragihandine: “Her wek çawan ku hûn di demên nexweşiyan de pişta me bûn em jî dê berdewam bin li ser piştgîrîkirina we.”

Derbarê wê pêşhata nû de Serokê Partiya Întîma ya Kurd Mihemed Emîrat dibêje: “Diyarkirina kesekî Kurd di lîsta Tevgera Pêşeroja Lubnanê de bersivdana daxwazên dîrokî û kevn ên kurdên Lubnanê ye.”

کۆدی بابهت: 55718 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۶ | کاتژمێر: 10 : 1

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 6 ارديبهشت 1395 ساعت: 13:07

صفحه بندی