Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Bas News'ê, PEN'a Kurd bi beşdarbûna endamên PEN'a Tirk û yên Cîhanî, li Amedê Konferensa aştiyê lidar dixîne. Saziya Nivîskar û Ronakbîriyê, PEN'a kurd ku beşeke ji PEN'a Navnetewî ye, biryar girtiye ku di nava şer de, konferensek aştiyê li dar bixîne. Ji bo konferansê gelek nivîskar, lêkolîner û rewşenbîrên kurd û tirk û biyanî beşdar dibin.
Konefransa “Aşitî, çawa, ji bo kê?” bi gotarên serokên PEN'ên welatan dest pê kir. Serokê PEN’a kurd Şêxmûs Sefer, seroka PEN’a Tirk Zeynep Oral, cîgirê seroka giştî ya PEN’a navdewletî Eugene Schoulgin, serokê koalisyona aşitiyê yê PEN’a navdewletî Tone Persak û Hevşaredarê Amedê, Firat Anlî axaftinên xêrahtinê kirin. Herwiha hevjîna Tahir Elçî jî nameyek bi kurdî xwend ji bo girîngiya aşitiyê.
کۆدی بابهت: 55767 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۶ | کاتژمێر: 18 : 11
برچسب:
نویسنده: استخدام کار