Wezîrê Îranê yê navxwe got: Hemî haziriyên pêwîst ji bo birêvebirina merheleya duyem a hilbijartinan hatine kirin.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê malpera ragihandinê ya TV'ya nûçeyan a Îranê, Rehmaniyê Fezlî got: Merheleya duyem a hilbijartinên parlemenê wê li 21 parzêgeh û 55 navendan pêk bê.
Wezîrê navxwe herwiha got: 136 namzed wê ji bo bidestxistina 68 kursiyên parlemenê têbikoşin. 17 milyon kes jî dikarin dengê xwe bi kar bînin.
Merheleya duyem a hilbijartinan wê roja înê, 29'ê nîsanê birêve biçin.
کۆدی بابهت: 55771 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۷ | کاتژمێر: 9 : 45
برچسب:
نویسنده: استخدام کار