خرید بک لینک

Niştecihên Hesekê ji RT Erebî re dan xuyakirin ku, DAIŞê nefta ji herêma Cipsê direvand di ser rêya Reqayê re dibir Tirkiyê.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Spûtnîk News'ê, qada neftê ya Cipsê, piştî bajarokê Şedadê ji hêla Hêzên Sûryeya Demokratîk ve hatibû rizgarkirin ji destê DAIŞê derketibû.

Niştecihên herêmê didin xuyakirin ku heta DAIŞ ji wir hate derxistin gelek fêde ji nefta wir wergirtiye. Yek ji niştecihên Hesekê Ghazî Huseyn ji RT Erebî re axivî û diyar kir ku, DAIŞ'ê nefta ku ji wir bi dest dixist, destpêkê dibir Reqayê ku keleha rêxistina DAÎŞ'ê ye û piştî wê jî derbasî Tirkiyeyê dikir.

Ghazî dibêje ku neft didan Tirkiyeyê û dolar û çek di berdêla wê distandin. Herweha ji Sûriyeyê gelek berhemên dîrokî direvandin Tirkiyeyê.

کۆدی بابهت: 55809 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۷ | کاتژمێر: 14 : 45

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 7 ارديبهشت 1395 ساعت: 19:22

صفحه بندی