Rûsyayê ragihand, ew çekdarên ku pêr bi şev êrişî bajarê Girê Spî kiribûn, ji Tirkiyê derbas bibûn.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Rûdawê, pêr bi şev û demek kurt piştî destpêkirina agirbesta Sûriyeyê, bajarê Girê Spî rastî êrişeke berfireh hat.
Li gorî agahiyan, çekdarên DAIŞ'ê ketibûn nav bajêr û gellek tax jî girtibûn, lê şervanên YPG û Hêzên Sûriyeua Demokratîk bi alîkariya balafirên şer karîn dîsa bajêr kontrol bikin.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê derheqê wê êrişê de ragihand, me agahî wergirt ku Tirkiyeyê şeva 27ê Sibatê, bi topan piştgirî daye êrişa çekdarên a li hember bajarê Girê Spî. Ev agahiyên me ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk û hinek kanalên din ve hatine piştrastkirin.
Li gorî Reutersê, rayedarên Rûsya derheqê wê mijarê de agahî dane rayedarên Amerîkî û bûyer ji wan re jî dane zanîn.
Lê li gorî rojnameya Hurriyetê ya Tirkiyeyê, rayedarên leşkerî yên tirk daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê red kirine û gotine, artêşa Tirkiyeyê wê şevê ne êrişî YPG'ê ne jî êrişî DAIŞê kiriye.
YPGê derheqê şerê Girê Spî de ragihandibû, çekdarên DAIŞê yên ku êrişî Girê Spî kiribûn, ji Tirkiye û Reqayê derbasî nav bajêr bibûn.
کۆدی بابهت: 53625 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۹ | کاتژمێر: 19 : 22
- - , .
برچسب:
نویسنده: استخدام کار