خرید بک لینک

Serokê Amerîkayê Brack Obama ragihand ku li dijî ceribandinên moşekên Koreya Bakûr û gefên ku li Amerîkayê dixwin dê mertalên moşekan ava bikin.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Spûtnîk News'ê, Barack Obama ji kanala CBS'ê re axivî û wiha got: Em ji bo cihên pergala parastinê ya moşekan ku lê ava bikin gelek dem diborînin. Ji ber vê yekê li dijî ceribandinên Koreya Başur ya çekên kimyewî û gefên wan mertela moşekan ava dikin'

Koreya Bakûr diyar kiribû ku eger Amerîka tetbîqatên xwe yên leşkerî ligel Korareya Başûr re bi dawî bike, wê demê ew ê jî dev ji ceribandina moşekan berdin. Lê Obama got ku ew ê tetbîqatên xwe yên leşkerî dewam bikin.

Obama destnîşan kir ku ji bo Amerîkayê girîngiya herî ewil parastina welatên hevalbend, Japonya û Koreya Başûr li hember Koraya Bakûr e. Serokê Koreya Başûr Kim Jong kesekî nemesûl e û ji ber vê yeke jî em naxwezin ew nêzîkî me bibe.

Navborî wiha dewam kir: Em bi rihetî dikarin Koreya Bakûr ji holê rakin. Lê hem ji aliyê mirovî ve û hem jî ji ber ku hevalbendê me, Koreya Başûr cîranê wan e, em tiştek wiha nakin.

کۆدی بابهت: 55817 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۸ | کاتژمێر: 10 : 4

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 8 ارديبهشت 1395 ساعت: 13:18

صفحه بندی