خرید بک لینک

Sererkanê Giştî yê Rûsyayê Valeriy Gerasîmov ragihand ku dewleta Tirkiyeyê hê jî çek û teqemeniyan dide grûbên terorîst ên Sûriyeyê û ji aştiyê re dibe asteng.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Spûtnîk News'ê, Sererkanê Giştî yê Rûsyayê Valeriy Gerasîmov li Moskovayê di Konferansa Ewlehiya Navneteweyî ya 5'emîn de ragihand ku dewleta Tirkiyeyê hê jî çek û teqemeniyan dide grûbên terorîst ên Sûriyeyê û ji aştiyê re dibe asteng.

Valeriy Gerasîmov di axaftina xwe de got: Yek ji têkbirina faktora peymana agirbesta Sûriyeyê jî Tirkiye ye, lewra Enqere hê jî çek, teqemenî, derman û cebilxaneyan dide grûbên terorîst ên Sûriyeyê û milîtanên birîndar derbasî Tirkiyeyê dike û wan derman dike. Li Sûriyeyê ji bo ku terorîst dikevin avahiyên, cami, dibistan, nexweşxane û yên din, lewma hêza hewayî ya Rûsyayê wan hedef nagire.

Gerasîmov di berdewamiya axaftina xwe de got: Amerîkayê bi navê demokrasiyê midexaleya Iraq û Libyayê kir, lê ewder bûn hêlîna terorîstan. Îşxala Iraqê bû sedema derketina rêxistina terorîst a DAIŞ'ê. Edî em ji bo Libyayê nikarin behsa dewletê jî bikin, ew welat bûne hêlîna DAIŞ û grûbên terorîst. Her wiha Ewropa jî berdêla bê îstîkrarkirina dewletên ereb bi krîza koçberan dide.

کۆدی بابهت: 55875 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۸ | کاتژمێر: 15 : 7

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 8 ارديبهشت 1395 ساعت: 18:54

صفحه بندی