Psîkologê kurd Prof. Jan Îlhan Kizilhan ji ber ku 1000 jinên Kurdên Êzidî piştî êrişên DAIŞê birine Almanyayê, roja şemiya borî ji aliyê Serokwezîrê Eyaleta Baden-Wuerttemberg ya li başûrê Almanyayê, Winfried Kretschma ve bi xelata herêmê hat xelatkirin.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Rûdaw'ê, Prof. Kizilhan ji ber xizmet û keda xwe di projeya anîn û tedawîkirina bêtirî 1000 jin û keçên êzdî yên ji destên DAIŞê rizgarbûyî bo Almanyayê hat xelatkirin.
Di gotara xwe ya xelatdayînê de, serokwezîrê eyaleta Baden-Wuerttemberg Winfried Kretschma got: “Bi xelata herêmê em rêzê li wan welatiyan digirin ku di warên siyasî, civakî, olî, çandî, spor û zanistê de karên hêja kirine. Bi vê yekê kesên xelatkirî mînak in ji bo mirovên eyaleta me.“
Derbarê ked û xebata Prof. Kizilhan de, serokwezîr got: “Sala borî eyaleta Baden-Wuerttemberg karîbû gellek mirovên di rewşeke xirab de rizgar bike. 3000 kîlometre dûr, li cihê ku DAIŞ hovîtiya xwe belav dibe, Jan Îlhan Kizilhan karîbû bi projeya xwe 1100 kesan bigihînê ewlehiyê.“
Prof. Kizilhan, ku rêvebirê beşa “Karê Civakî bi Nexweşên Psîkolojîk û Nexweşên Pêgiriyê“ ya Zanîngeha Villingen-Schweingen li başûrê Almanyayê ye jî, serpereştê wê projeyê bû, ku di encamê de bêtirî 1000 keç û jinên êzdî yên ji herêma Şengalê - ku ji destê DAIŞê rizgar bibûn û rastî travmayê hatine – bo Almanyayê hatin veguhestin û niha li Almanyayê tên tedawîkirin.
Beriya du mehan Prof. Kizilhan li Swîsreyê jî bi xelata îsal ya Lûtkeya Cenevê ya Mafên Mirovan û Demokrasiyê (“Xelata Mafên Jinan ya Lûtkeya Cenevê ya 2016ê“) hatibû xelatkirin. Kizilhan ji aliyê senatorên amerîkî ve ji bo vê xelatê hatibû pêşniyarkirin.
کۆدی بابهت: 55881 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۸ | کاتژمێر: 21 : 19
برچسب:
نویسنده: استخدام کار