خرید بک لینک

Hisên Dihqan, Wezîrê Îranê yê Parstinê ku ji bo beşdarbûna di Konferansa Ewlehiya Navnetewî de serdana Moskovê kiriye, li gel Sergey Şaygo, hevtayê xwe yê Rûsyayê hevdîtin pêk anî û mijarên dualî, herêmî û cîhanî nîqaş kirin.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Îdareya Giştî ya Propagandayên Parastinê ya Wezareta Parastinê ya Îranê, her du aliyan di vê hevdîtinê de berfirehkirina hevkariyên xwe yên parastin - leşkerî û teknîkî girîng nirxandin û li ser xurttirkirina şerê xwe yê li hember terorê di vê demê de teqez kirin.

Wezîrê Îranê yê Parastinê di vê hevdîtinê de hevkariyên xurt û bibandor ên Îran û Rûsyayê wekî nimûneyeka serkeftî nirxand û rola her du welatan di çareseriya pirsgirêkên herêmê, bi taybet pirsgirêka Sûryeyê de pirr erênî û bibandor da zanîn.

کۆدی بابهت: 55904 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۹ | کاتژمێر: 11 : 51

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 9 ارديبهشت 1395 ساعت: 14:41

صفحه بندی