خرید بک لینک

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê yê di warê erebî û afrîkayê de got: Eşkere ye ku em vê fikira ku Beşar Esed heta hetayê bibe serokkomarê Sûryeyê, destek nakin.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê ÎSNA'yê, Hisên Emîrebdulahiyan di civîna derbarê kirîza Sûryeyê ku li Zanîngeha Elameya Tebatebayî hat lidarxistin de bal kişand ser girîngiya kirîza Sûrî bo Îranê û wiha got: Guherînên li Sûrye û Îraqê bi hev ve girêdayî ne, ji ber ku yek ji aliyên çalak ên li herdu welatan DAÎŞ e. Her gava ku li Sûryeyê operasyon berfireh dibin, çekdarên DAÎŞ'ê ber bi Îraqê ve direvin.

Wî herwiha got: Du sê sal berî niha rêxistinên terorê heya 50 km nêzî sînorên me bûn û eger hewlên Komara Îslamî yên di cih de nebana, teqez niha em jî di bin gefan de bûn.

کۆدی بابهت: 55899 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۹ | کاتژمێر: 11 : 33

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 9 ارديبهشت 1395 ساعت: 14:41

صفحه بندی