Îro cîgirê serokê Amerîkayê Joe Biden serdana Bexdayê kir û tê texmînkirin ku sibe serdana Hewlêrê bike.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Spûtnîk'ê, hat ragihandin ku Joe Biden îro dê bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û rayedarên Iraqê re hevdîtinekê pêk bîne.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di vê hevdîtinê de dê mijarên wek şerê li dijî DAIŞê û operasyona Mûsilê bên gotûbêjkirin.
Herwiha hat ragihandin ku cîgirê serokê Amerîkayê dê sibe biçe Hewlêrê û dê bi rayedarên herêma Kurdistanê re jî hevdîtinan pêk bîne.
کۆدی بابهت: 55933 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۹ | کاتژمێر: 19 : 52
برچسب:
نویسنده: استخدام کار