خرید بک لینک

Bi destûra wezîrê Îranê yê navxwe, merheleya duyem a hilbijartinên parlementoya Îranê li 21 parêzgehan dest pê kir.

Li gor rapora Kurdpress'ê, di demjimêr 8'ê sibeha îro, roja înê, 28'ê nîsanê bi destûra wezîrê navxwe, dengdanên ji bo hilbijartina 68 parlementeran li 21 parêzgehan dest pê kir.

Di merheleya yekem a hilbijartinên parlementoyê de ku roja 26'ê sibatêa îsal birêve çû de, 221 namzed ji bo parlementoyê hatin hilbijartin û 68 kursî jî ji bo merheleya duyem man.

Di merheleya duyem a hilbijartinan de 136 namzed ji bo bidestxistina 68 kursiyan têdikoşin.

Li 21 parêzgehên ku îro dengdan tên lidarxistin, 17 milyon kes dikarin dengê xwe bikarbînin.

کۆدی بابهت: 55944 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۰ | کاتژمێر: 9 : 53

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 10 ارديبهشت 1395 ساعت: 13:07

صفحه بندی