خرید بک لینک

Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu diyar kir ku ewil serwekîlê AKPê yê kurd Ahmet Aydin êrişî me kir. Encû got Tirkiye bi van êrişan dixwazin îradaya gelê kurd li parlamentoyê neyê temsîlkirin.

Li gor rapora Kurdpress'ê, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê bajarê Şiexê Ferhat Encu derbarê êrişên li ser parlamenterên HDP'ê ya li meclîsa Tirkiyayê de ji ajansa Sputnik Kurdistanê re axavî.

Encu diyar kir ku ev du roj in nîqaşên ku li hemberî me tên kirin û êrişên li parlamentoyê dide nişandan mijara parêzbendiyê di pêvajoyek xetere re derbas dibe. Ji xwe dixwazin parêzbendiya parlamenterên me rakin.Me duh jî di komîsyonê de dît ku gotinên wan vê yekê dide nişandan. Encu ragihand ku mafên wan çi be li hemberî vê yeke dê bi kar bînin û wiha dewam kir belê em jî dixwazin parêzbendiyên parlamanteran bên rakirin lê bi vî şiklî nabe.Lê mexseda wan tene parêzbendiya parlamenterên HDP'ê rakin û parlamenteran bixin zindanan. Bi vê yekê jî dixwazin îradaya gele kurd li parlamentoyê neyê temsîlkirin.

Encu eşkere kir ku parlamenterên kurd yên ku di partiya AKPê de siyasete dikin dema êrişê ne li parlamentoyê bûn lê wî demî kesê ku parlamentoyê birê ve dibir kurd bû beriya ewil wî bi peyvan êrişî min kir û ragihand ku tu nikarî avaftinek wiha li parlamentoyê bikî. Belê dibe ku parlamenterên kurd êrişî me nekirine lê bêdengiya wan tê wateya êrişkirinê. Piştî êrişî jî ji xwe nehatin û behsa êrişê jî nekirin.

کۆدی بابهت: 55958 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۱ | کاتژمێر: 8 : 9

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: شنبه 11 ارديبهشت 1395 ساعت: 10:57

صفحه بندی