Li gor rapora Servîsa Kurmancî ya Kurdpress`ê ji zarê AFP`ê, Hevserokê PYDê Salih Mislim îdiaya rayedarên Enqereyê ku eleqeya wan bi êrişa komkujî re heye red kir.
Her wiha Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Mislim daxuyaniyek da ajansa ajansa RIA Novostiyê û got: ‘ Tu eleqeya me bi êrişa komkujî ya Enqereyê re tuneye. Qet ev sûcdarî ne rast in. Ev bûyera ku qewimiye, tekoşîna Tirkiyeyê ya bi DAIŞê ve girêdayî ye û hê jî gelek unsûrên DAIŞê ku li Tirkiyeyê dijîn hene.’
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, wekî berpirsê êrişa Enqereyê ku 28 kes hatibûn kuştin û 61 kes jî birîndar bibûn, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê PYDê ye berpirs nîşan dabû.
کۆدی بابهت: 53120 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۱/۲۹ | کاتژمێر: 16 : 27
- - , .
برچسب:
نویسنده: استخدام کار