خرید بک لینک

Parêzgarê Kirmaşanê got: Pergala Komara Îslamî ya Îranê, yek ji pergalên herî gelsalar ên siyasî yên cîhanê ye.

Li gor rapora Kurdpress'ê, Esedulah Razanî piştî ku çû ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bi kar anî, axivî û anî ziman ku beşdarbûna di hilbijartinan de erka hemiyan e, ji ber ku hazirbûna gel li ser sindoqên dengdanê, pêşeroja welêt diyar dike û wiha berdewam kir: Beşdarbûna gel di merheleya duyem a hilbijartinan de berdewamiya serbilindî û serkeftina gel a di hilbijartinên merheleya yekem de ye.

Parêzgarê Kirmaşanê herwiha got: Li welatê me hemî berpirs, ji rêbertiyê bigire heya serokkomar û parlementer û hwd rasterast û nerasterast ji aliyê gel ve tên hilbijartin ku ev yek nîşan dide ku pergala Komara Îslamî ya Îranê, yek ji pergalên herî gelsalar ên siyasî yên cîhanê ye.

کۆدی بابهت: 55960 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۱ | کاتژمێر: 8 : 38

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: شنبه 11 ارديبهشت 1395 ساعت: 12:01

صفحه بندی