خرید بک لینک

Mela Bextiyar: Eger Iraq destûrê bicîh bîne ti pirsgirêkeka me li gel wan tune.

Berpirsê desteya rêvebir a polît bûroya YNKê ragehand, YNK û PDK li ser referandomê rêkevtin û li gel aliyên din jî rêkevtine.

Berpirsê desteya rêvebir a polît bûroya YNKê Mela Bextiyar, di civîna li gel hejmarek berpirsên payebilind ên Fransayê li Parîsê ragihand: Eger Iraq bibe Iraqeka demokratîk û federal, destûr bê pêkanîn, pirsgirêkên gel çareser bike, em jî wekî kurd ti pirsgirêkeka me bi wan re Iraqê tuneye. Herwiha li gor malpera YNKê ya fermî Mela Bextiyar got: YNKê li gel PDKê li ser referandomê li hev kirine, herwiha li gel aliyên din ên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî bi heman awayî rêkevtin pêk hatiye.

Berî naha jî çend caran ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve, hat diyarkirin ku hemî alî ji bo referamdomê amade bin.

کۆدی بابهت: 56003 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۱ | کاتژمێر: 17 : 20

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: شنبه 11 ارديبهشت 1395 ساعت: 20:08

صفحه بندی