Li bajarê Qamişloyê teqînek pêk hat
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Bas News'ê, li bajarê Qamişlo îro danê sibê saet 08.45’an li ser rêya Xelîç-Hîzamê teqînekê rû da. Teqîn li rêbenda asayîşê pêk hat û li gor agahiyên destpêkê 4 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor agahîyên ku bi dest ketine, teqîn birêya xwekujekî ve pêk hatiye û êlegê bombekirî li ber wî de bûye.
Heya niha ti aliyekî berpirsyariya çalakiyê ranekiriye serxwe, lê guman tê kirin ku ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞ'ê ve çalakî hatibe pêkanîn.
کۆدی بابهت: 56004 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۱ | کاتژمێر: 17 : 27
ناردنی بۆچوون
برچسب:
نویسنده: استخدام کار