Serokkomarê Îranê, Hesen Rohanî karker wekî şanazî û serbilindiya gel û hikûmetê dan zanîn û got: Pêwîst e karkerên welêt bêyî ku guhê xwe bidin gotinên nelirê, bi awayekî yekdeng, hevgirtî û hêvîdar, ked û xebatên xwe bidomînin û bila bizanin ku dewlet jî bi hemî hêza xwe li pişta wan e.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê malpera ragihandinê ya serokkomariyê, Hesen Rohanî, serokkomarê Îranê roja yekşemiyê di merasîma 1'ê Gulanê de, ev roj li hemî karkerên welêt pîroz kir û got: Piştî lihevkirina navokî, rêya sermayeguzariya derve û zêdekirina hilberandinê hatiye vekirin û roja îro pêwîstiya me bi kar û hilberandinê heye û ev yek bê sermaye û teknolojiyê pêk nayê.
کۆدی بابهت: 56054 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۲ | کاتژمێر: 22 : 1
برچسب:
نویسنده: استخدام کار