Fermandarê YPG’ê Kanî Kobanê diyar kir ku Erdogan û hikûmeta AKP’ê li piştgirî dan çeteyan ku êrîşî Girî Spî bikin. Kobanê destnîşan kir ku wan hemû çeteyên ku êrîş kirin tune kirine û yek jî ji wan sax nemaye.
Li gor rapora Servîsa Kurmancî ya Kurdpress`ê, Fermandarê YPG’ê Kanî Kobanê, derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi piştgiriya hêzên artêşa Tirk jiajansa nûçeyan a ANHA’yê re axivîn.
Kobanê got ku ji roja 23’ê Cotmeha 2015’an ango ji dema ku Girê Spî hatiye rizgarkirin ve, hêzên dewleta Tirk êrîşî vê deverê dikin û wiha domand: “Dewleta Tirk nikaribû xwe li hember serkeftinên YPG/YPJ’ê yênê li Girê Spî û xwerêvebirina ge bigre, ji ber vê yekê hêzên xwe li ser sînor kom kirin, sînorê xwe ji çeteyan vekir da ku êrîşî bajar bikin.”
Kobanê da zanîn ku ev êrîş bi pilaneke di navbera hêzên dewleta Tirk û çeteyan de, bi hedefa dagirkirina bajarê Girê Spî pêk hat.
Kobanê da xuyakirin ku nîşana ku dewleta Tirk li pişt êrîşa çeteyan e jî, daxuyaniyên Erdogan yên ku digotin ku ji sedî 80 ji bajarê Girê Spî di bin kontrola DAIŞ’ê de ye, ev jî tê wateya ku yê êrîş organîze kiriye Erdogan bi xwe ye.
Kobanê destnîşan kir ku hêzên wan ên YPG/YPJ’ê û Asayîşî bi alîkariya welatiyan karibûn ku bajar ji çeteyan paqij bikin û got: “ Me bajar ji çeteyan paqij kir, niha yek çete li bajar nemaye. Tenê cenazeyên wan hene.’’
Derbarê êrîşên îro yên dewleta Tirk jî Kobanê got: “ Piştî ku êrîşa çeteyan a bi destekdayîna dewleta Tirk ji aliyê hêzên me ve hat şikandin, dewleta Tirk îro dîsa bi çekên giran êrîşî bajarê Girê Spî, kir.”
Kobanê di dawiyê de, got Eger dewleta Tirk van kiryarên xwe bidomîne, mafê me yên xweparastinê jî heye û em van êrîşa li ser herêmên xwe yên bi ewle qebûl nakin.
کۆدی بابهت: 53673 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۱۰ | کاتژمێر: 16 : 37
- - , .
برچسب:
نویسنده: استخدام کار