Parlamenterekî kurd ê parlamentoya Iraqê ragihand ku alîgirên Sedr hewla girtina serokwezîrê Iraqê didin.
Endamê kurd ê di Parlamentoya Iraqê, Tariq Gerdî ji BasNews'ê re ragihand ku li ser pêşniyara Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm, 3 serokatiyên Iraqê (Serokê parlamentoyê, serokê encûmena wezîran û serokkomar) wê bi civin.
Di vê civîna 3 serokên Iraqê ya hevbeş de, pêşketinên dawiyê û guherînên siyasî û dagirkirina parlamentoya Iraqê ji aliyê alîgirên Rewta Sedr ve wê bêne gotûbêjkirin.
Li gor Tariq Gerdî, pêkanîna vê civînê ti pêşketinekî çê nake û got: ‘’civîna çi tê kirin û çi maye ku civîn li ser bê kirin.’’
کۆدی بابهت: 56052 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۲ | کاتژمێر: 21 : 28
برچسب:
نویسنده: استخدام کار