Li navçeya Dicleyê ya Amedê bi wesayîtek bombebarkirî êrişî nêzî avahiyên cendirme û polêsan hate kirin. Hate ragihandin ku gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gorî agahiyên despêke gelek birîndar hene.
Li gorî ajansa Reutersê ku zanyariyên xwe spartine çavkaniyên leşkerî 10 kes birîndar bûne.
Hate diyarkirin ku piştî teqînê di navbera hêzên PKK'ê û tirk de şer dewam dike.
Piştî teqînê li ser riya Dicle û Hanê ji wesayîtek gule reşandin polêsan. Di encamê vî êrişî de jî 3 polês birîndar bûn.
کۆدی بابهت: 56064 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۳ | کاتژمێر: 6 : 42
برچسب:
نویسنده: استخدام کار