خرید بک لینک

Cîgirê waliyê Qesra Şirîn nûçeya teqîna mayîneka bermayî ji şerê di navbera Îran û Îraqê de ragihand.

Li gor rapora Kurdpress'ê, Nêmetullah Nazperwerde di hevpeyvîna li gel ÎSNA'yê de got: Di vê bûyera ku li nêzî qereqoleka navçeya Qesra Şirînê pêk hat de, buldozera şîrketeka paqijkirina mayînan çû li ser mayînê û bû sedema teqînê. Ji ber teqînê xesar gihîşt buldozerê û 2 kes jî birîndar bûn.

Wî herwiha got: Ji destpêka îsal ve heya niha li Qesra Şirînê 6 teqîn ji ber mayînên şerê di navbera Îran û Îraqê de pêk hatine.

کۆدی بابهت: 56063 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۳ | کاتژمێر: 6 : 37

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 13 ارديبهشت 1395 ساعت: 10:09

صفحه بندی