خرید بک لینک

Encama dawîn a hilbijartina Civata Şarezayên Rêberiyê li Têhranê hat ragihandin.

Li gor rapora IRIB News'ê, Encama dawiyê ya dewra pêncan a hilbijartinên Civata Şarezayên Rêberiyê li Têhranê li daxûyaniya îro duşemê ya wezareta karên hundir a Îranê hat ragihandin.

Erkantiya hilbiajrtinên wezareta karên hundir a welêt îro duşemê bi daxuyaniyekê ragihand: Li hilbijartinên dewra pêncan a Civata Şarezayên Rêberiyê ji sercem dengên ku hatine hejmirtin ev encam hatine dest:

Li gorî vê daxûyaniyê Haşêmî Refsencanî Serokê Civata Kifşkirina Mesliheta Nizamê, Serokê Komara Islamî ya Îranê, Hesen Ruhanî û pêşnimêjê berwext ê Têhranê, Muhemed Îmamî Kaşanî di rêzê de dengên herî zêde bi dest xistine .

kesên 4 heya şanzdan ên hilbijartinên Civata Şarezayên Rêberiyê bi rêzê ev in: Muhsin Qomî, Muhemed Elî Muwehidî, Qurbanelî Durî Necefabadî, Seyîd Ebulfezl Mîrmuhemedî, Muhemed Muhemedî Nîk (Rêyşehrî), Îbrahîm Hac Emînî Necefabadî, Seyîd Mehmûd Elewî, Nesrullah Şah Abadî, Muhemed Elî Tesxîrî, Muhsin Ismaîlî, Muhemed Hesen Zalî, Seyîd Haşim Bethayî û Ehmed Cenetî.

Dehemîn dewra hilbijartinên meclîsa şêwra Îslamî ya Îranê û pêncimîn dewra Civata Şarezayên Rêberiyê hevgav roja înê 26'ê Sibata 2016'an li seranserî Îranê bi rê ket.
HÊjayî gotinê ye ku Xeynî Ehmet Cenetî, 15 kesên ku Li Tehranê ji bo Civata Şarezayên Rêberiyê hatine hilbijartin ser bi lîsteya Omîd`ê(Hêvî) ne.

کۆدی بابهت: 53672 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۱۰ | کاتژمێر: 15 : 31

- - , .

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 10 اسفند 1394 ساعت: 19:26

صفحه بندی