Parlamenterekî YNK'ê hişyariya dabeşbuna Iraqê bo çend dewletokan kir.
Li gor rapora Kurdpress'ê çapemeniya Iraqê ragihand ku îro 02.05.2016, parlamenterê YNK'ê yê di parlamentoya Iraqê de Şivan Dawûdî, diyar kir ku xwepêşander dema ku çûn nav awahiya parlamentoyê, heybeta dewleta Iraqê şikandin û destdirêjiyeka metirsîdar li ser serweriya dewleta Iraqê pêk anîn.
Herwiha li gor Şivan Dawîdî, tişta ku li xwepêşandanên Bexdayê pêk hat, tevliheviyekî mezin bûye û hişyar kir ku eger ew bûyer berdewam bikin, wê Iraq dabeş bibe û wê bibe çend dewletok.
Herwaha daxwaz ji aliyên ku li piştevaniya xwapêşanderan dikin, ewên ku destdirêjî kirine radestî hêzên ewlekariyê û dadgehê bikin, ku rewş careke din asayî bibe û ji bo asayîbûna rewşê jî kar bikin.
Jêder: Bas News
کۆدی بابهت: 56112 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۳ | کاتژمێر: 18 : 47
برچسب:
نویسنده: استخدام کار