خرید بک لینک

Serokê navenda hilbijartinên Îranê got: Îro hemî kesên ku di hilbijartinan de beşdar bûn, qebûl dikin ku karîn nêrînên xwe bibêjin û ev yek ji taybetmendiyên pargelên gelsalar û Komara Îslamî ya Îranê ye.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê malpera ragihandinê ya wezareta navxwe ya Îranê, Mihemedhisên Muqîmî di civîna nirxandina hilbijartinên parlementoyê de got: Di merheleya yekem a hilbijartinan de 221 kes û di merheleya duyem de jî ji 136 namzedan, 68 kes ji bo parlemenê hatin hilbijartin.

Wî di beşek din ji axaftinên xwe de got: Herwiha di merheleya duyem de ji 68 kesên hilbijartî, 5 ji wan sunî û yên din şîî bûn.

Serokê navenda hilbijartinên Îranê herwiha got: Hewl hat dayîn ku hêz û rêxistinên siyasî di hilbijartinan de zêde bin û hema bêje hemî partiyên fermî yên welêt di hilbijartinan çalak bûn û niha ti partiyeka fermî nikare îdiya bike ku di hilbijartinan de nekariye beameyên xwe ji bo gel vebêje.

کۆدی بابهت: 56115 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۳ | کاتژمێر: 20 : 10

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 13 ارديبهشت 1395 ساعت: 23:11

صفحه بندی