خرید بک لینک

Di Komisyona Makezagonê (Destûr) ya Parlamentoya Tirkiyê cardin di navbera parlamenterên HDPê û AK Partiyê de şer derket.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Rûdawê, îro li ser mijara rakirina parêzbendiya parlamneteran û li ser daxwaza bo guhertina destûra Tirkiyê, Komisyona Destûrê ya Parlamentoya Tirkiyê civiya.

Di civîna îro duşemî 2ê Gulanê de cardin di navbera parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) de şer û pevçûn derket.

Çend parlamenterên her du aliyan di civîna îro de bi hev ketin û hev dan ber mist û kulman.

Li gor zanyariyan, alozî piştî wê derket ku di navbera Wezîrê Dadê Bekir Bozdag û Parlamenterê HDPê Garo Paylan de nîqaşên tund derketin.

Di civîna hefteya borî ya Komisyona Destûrê ya Parlamentoya Tirkiyê de, alozî û pevçûn di navebra parlamenterên her du partiyan de deretibû.

کۆدی بابهت: 56116 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۳ | کاتژمێر: 20 : 27

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 14 ارديبهشت 1395 ساعت: 0:15

صفحه بندی