خرید بک لینک

Encamên hilbijartinên Civata Şarezayên Rêberiyê li parêzgeha Ûrmiyeyê bi daxuyaniyekê ji aliyê waliyê parêzgehê ve hat eşkerekirin.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê ÎRNA'yê di daxuyaniya ku ji aliyê waliyê Ûrmiyeyê ve hatiye dayîn wiha hatiye gotin: Ayetullah Mîr Elîekber Qureyşî, ayetullah Esker Dîrbaz û Cewad Muctehidiyê Şebisterî karîne bi bidestxistina pirraniya dengan, wekî nûnerên xelkê parêzgeha Ûrmiyeyê bên hilbijartin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: Ji milyonek û 511 hezar û 652 dengan, Ayetullah Mîr Elîekber Qureyşî 822 hezar û 27 deng, ayetullah Esker Dîrbaz 397 hezar û 407 deng û Cewad Muctehidiyê Şebisterî jî 247 hezar 240 deng bidest xistine ku bi vî awayî karîne wekî nûnerên xelkê parêzgeha Ûrmiyeyê bên hilbijartin.

کۆدی بابهت: 53679 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۱۰ | کاتژمێر: 18 : 9

- - , .

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 11 اسفند 1394 ساعت: 0:03

صفحه بندی