Endamekî DAIŞê yê berê yê brîtanî diyar kir ku fîlmên propagandaya DAIŞê hemî derew in û ew bi wan filman gel dixapînin.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Spûtnîk'ê endamekî DAIŞê yê berê yê navê wî Harry Sarfo (27) derheqê rojên xwe yên DAIŞê de hevpeyvînek da rojnameya Independentê. Sarfo derheqê filmên propegandeya DAIŞê de diyar kir ku yek ji wan ne rast in heta ew jî di filmeke reklamê de lîstiye û wiha pê de çû: ‘Filmên ku dikşînin hemî senaryo ne. Filmên wan ne rast in, hemî derew in û her kes rolan dikin. Gelek endamên DAIŞê qet beşdarî pevçûnan jî nebûne.'
‘Bira bi birayên wan didin kuştin'
Sarfo ragihand ku ew li Reqqayê maye û tu kesekî nekuştiya û wiha got: ‘ Ez bûm şahidê gelek înfazên hovane. Tiştên dikin ji hovîtiyê wê de ye. Nayên gotin ku mirov bêje. Bira bi birayên wan didin kuştin. Rojekê bi şika ajaniyê, fermana mirinê li endamekî hate dayîn. Emir dan birayê wî kesî û ew kes jî mecbur ma ku birayê xwe bikuje.'
‘Jinên ewrûpî bo romantîzmê beşdarî DAIŞê dibin'
Sarfo derheqê beşdarbûna jinên ewrûpî yên li DAIŞê diyar kir ku gelek ji wan bi hêviya têkiliyên romantik tên û wiha got: ‘ Jinên ewrûpî bi hêviyên xweş beşdarî DAIŞê dibin. Dibêjin qey wê bizevicin û ji xwe re bextewar bibin. Lê rastî ne ev e. Wan dikin nava malan û zarokên wan di nava feqiriyeke mezin de çê dibin. Ger mêrên wan bimrin jî mecbur in ku dîsa bizewicin.'
کۆدی بابهت: 56133 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۴ | کاتژمێر: 10 : 47
برچسب:
نویسنده: استخدام کار