Ev çend roj in ku danûstandinên bazirganiyê yên di navbera Îran û Îraqê de li deriyê sînor ê Mihranê hatine rawestandin û ji ber wê bi sedan kamyon li pişt dêrî asê mane.
Li gor rapora Kurdpress'ê û li gor gotinên gelek bazairganên li deriyê sînor ê Mihranê, sedema girtina deriyê sînor, aliyê Îraqê ye û ji aliyê Îranê ve ti pirsgirêkek tine.
Li gor raporê, her roj bi sedan wesayîtên kelûpelên bazirganiyê ji Îranê derbasî Îraqê dibin û ji ber girtina derî di çend rojên derbasbûyî de gelek ziyanên aborî yên mezin li bazirganên Îranê ketine.
Tê gotin ku aloziyên vê dawiyê yên li Îraqê, bi taybet nakokiyên navxweyî yên li parlemena vî welatî bûne sedema girtina deriyê sînor.
Herwiha tê ragihandin ku bi sedan kamyon li piştî dêrî asê mane û ji rayedaran tê xwestin ku pirsgirêkê çareser bikin.
کۆدی بابهت: 56141 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۴ | کاتژمێر: 12 : 25
برچسب:
نویسنده: استخدام کار