Piştî êrişa Dilok'ê polêsekî tirk îtiraf kir û got: “Ji wan kesên ku bombeyan amade dikin re nexweşxane tên girtin û 2 salan vê rewşê wisa berdewam kir û ji wan re avahiyek hatibû kirêkirin û min jî nobet ji wan re digirt”.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Spûtnîk'ê, DAIŞ'ê çend roj berê li bajarê Dîlokê bombeyek teqand û di encama teqîna bombeyê de 2 polêsan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.
Piştî teqînê polêsekî ragihand ku li nêzî avahiya Emniyeta Dîlokê ya li taxa Akyolê terorîstên DAIŞê 2 salan di avahiyekê de hatine dermankirin.
Wî polêsî axiftina xwe wiha berdawam kir: Rojekê ji bo nobetê ez şandim taxa Akyolê û li wir di hindurê avahiyekê de terorîstên DAIŞê dihatin dermankirin. Ev avahî nezîkî avahiya Emniyetê û Walîtiya Dîlokê û heta nêzîkî mala birêveberê Emniyetê jî bû.
Ez carekê pê hisiyan ku DAIŞ'ê ev avahî tijî kiriye û va îro jî wan teqîn pêk anî.
کۆدی بابهت: 56160 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۴ | کاتژمێر: 17 : 34
برچسب:
نویسنده: استخدام کار