خرید بک لینک

Bajarê Şiexê ku ev 50 roj e operasyon lê berdewam in, ji şevê din ve bênavber ji aliyê artêş û polîsên Tirkiyeyê ve tê bombebarankirin. Li bajêr gelek avahî hatine rûxandin û şer berdewam e.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Rûdaw'ê, bi tank û topên ku li derûdora bajêr hatine bicihkirin, ji şevê din ve taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Yenî û Bahçelîevler ên Şiexê tên topbarankirin.

Toz û dûman ji bajêr bilind dibe û dengê teqe û teqînan qut nabe. Li gor agahiyên hatine bidestxistin, agir bi gelek avahiyan ketiye.

Tankên zirxpoş jî yên ku li hawirdor hatine bicihkirin, bênavber taxên navbirî bi çekên giran bombebaran dikin û li navçeyê şerê di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên dewleta Tirkiyeyê de jî berdewam e.

Heta niha derbarê mirî û birîndaran de ti zanyarî nehatine bidestxistin, lê wek ji dîmenan dixwiye bajar wêran û kavil bûye û di bin dûmanê de maye.

Duh li Şiexê 3 tîmên taybet li taxa Îsmetpaşa hatibûn kuştin û piştre topbaranê dest pê kiribû.

کۆدی بابهت: 56159 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۴ | کاتژمێر: 17 : 14

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 14 ارديبهشت 1395 ساعت: 21:02

صفحه بندی