Fermandeyê hêza întizamî ya Dihloranê ragihand ku kujerê 2 kurmamên ku 2 roj berî niha hatibûn kuştin, hatiye girtin.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê ragihandina giştî ya hêza întizamî, serheng Seyîd Alîpûr ragihand: Hêzên întizamî yên navçeya Dihloranê piştî nûçeya kuştina 2 ciwanên ku kurmamên hev bûn, çûn cihê bûyerê.
Wî wiha berdewam kir: Dema ku polês gihîştin cihê bûyerê, rastî cenazeyên wan ku bi guleyan hatibûn derbkirin û ji ber çûyîna xwîna zêde jiyana xwe ji dest dabûn, hatin.
Fermandeyê hêza întizamî ya Dihloranê herwiha got: Piştî lêkolîn û lêpirsînên me ji kesên li cihê bûyerê, diyar bû ku her du kestên kuştî kurmamên hev in.
Wî got: Hêzên me hemî hewla xwe dan û karîn kujer nas bikin û bigirin.
Serheng Alêpûr got: Kujer di lêpirsînên xwe de nakokiyên malbatî wekî sedema bûyerê daye zanîn.
کۆدی بابهت: 56172 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۴ | کاتژمێر: 21 : 27
برچسب:
نویسنده: استخدام کار