خرید بک لینک

Wezîrê Amerîkayê yê berevaniyê kuştina leşkerekî Amerîkayê li Iraqê aşkera kir û diyar kir di şerê li dijî rêxistina tundrew a DAIŞ'ê de hatiye kuştin.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Bas News'ê, wezîrê Amerîkayê yê berevaniyê, Ashton Carter di civîna çapemeniyê ya li Stuttgart a Almanyayê de ragihand ku leşkerekî Amerîkayê di operasyoneka çekdarî de hatiye kuştin û diyar kir ku ev ji bo wan ziyaneka mezin e.

Ashton Carter bêyî ku ti agahiyekî cida bide ragihand ku leşkerê Amerîkayê yê ku hatiye kuştin, li bereyê rojavayê bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyên bi dest ketine, ew leşkerê Amerîkayê endamê tîmên taybet ên çavdêriyê bûye û di şerê roja sêşemê 03.05.2016'an de li bajarokê Telesiqufê ku bakûrê parêzgeha Nînovayê ye hatiye kuştin.

کۆدی بابهت: 56161 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۴ | کاتژمێر: 17 : 51

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 15 ارديبهشت 1395 ساعت: 7:15

صفحه بندی