Duh hejmarek ji dikandar û perçefiroşên bajarê Paweyê li hermber walîtiya bajêr kom bûn û li dijî pirsgirêkên li sînorê Şûşemiyê nerazîbûn nîşan dan.
Li gor rapora Kurdpress'ê, duh danê sibehê hejmarek ji dikandar û perçefiroşên bajarê Paweyê li hermber walîtiya bajêr kom bûn û li dijî pirsgirêkên ku li sînorê Şûşemiyê li hember derbaskirina kelûpelên wan ên kirrî de derketine pêş, nerazîbûn nîşan dan.
Xwepêşanderên ku li sînorê kolberiyê ya Şûşmiyê di warê derkirrîna kelûpelan de dixebitin, daxwaz kirin ku pirsgirêkên li hember derbaskirina kelûpelên wan bo nav axa Îranê bên çareserkirin.
Li gor gotinên wan, ev demek e ku kelûpelên wan ên ku li Îraqê kirrîne, hîn derbasî Îranê nebûne.
کۆدی بابهت: 56196 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۵ | کاتژمێر: 12 : 59
برچسب:
نویسنده: استخدام کار