Pirtûka bi navê 'Subjektîvîte di Wêje û Felsefeyê de' ku ji aliyê 2 nivîskarên kurd ve hatiye wegerandin li pêşangeha nevnetewî ya Tehranê de tê pêşandan.
Li gor rapora Kurdpress'ê, pirtûka Donald Hall a bi navê 'Subjektîvîte di Wêje û Felsefeyê de' ku ji aliyê Dr. Bextiyar Secadî û Diyako Îbrahîmî ve hatiye wergerandin û li Weşanxaneya Dunyayê Îqtisad çap bûye, li pêşangeha nevnetewî ya Tehranê hatiye nîşandan.
Ev pirtûk teoriya ferdparêziyê ji serdema kevnar heya serdema îroyîn dinirxîne û hewl dide nîşan bide ku teorî çawa dikarin di warên wêjeyî û çandî de werin bikaranîn.
Li ser cildê pirtûkê wiha hatiye nivîsan: Ev pirtûk ji bo kesên ku li pey bersiva pirsa 'Ez kî me?', berhemeka kêrhatî û pêwst e.
Ev pirtûk di 208 rûpelan de hatiye çapkirin û ji bo peyv û wateyên girîng û rexneyî destpêkeka bingehîn e û herwiha hewlek e ji bo şêwazeka ku em bi wê xwe vedinasin.
کۆدی بابهت: 56194 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۵ | کاتژمێر: 12 : 40
برچسب:
نویسنده: استخدام کار