خرید بک لینک

Rêveberê polîsê qeza û nahiyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihandiye ku demjmêr 02:40 deqeyên şeva borî 2 bîrên petrolê yên zeviyên xebaze li nêzî gundê Ketahiye hatine teqandin û 2 bîrên din jî hatine teqandin.

Polîsekî kompaniya petrola bakûr ku navê wî li cem Rûdawê parastî ye dibêje, ji Bexda ferman bo wan hatiye ku eger belgeyek bi destê wan bikeve ku gundên derdorê destê wan di teqandina wan bîran de heye, wan gundan kontrol bikin.

Emîd Serhed da xuyakirin ku tîmên wan mijûlî pûçkirina wan bombeyan in ku hatine danîn.

Zeviya Xebaza 41 bîrên petrolê hene û li başûrê rojavayê Kerkûkê ye û ewlekariya wan bîran di destê polîsê petrolê yê ser bi hikûmeta navendî de ye.

Piştî êrîşa DAIŞ'ê di 31 çileya 2015'an de gelek ziyan gihane wan zeviyan, ji ber ku DAIŞ'ê 3 bîrên wê teqandin.

کۆدی بابهت: 56203 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۵ | کاتژمێر: 13 : 59

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 15 ارديبهشت 1395 ساعت: 16:49

صفحه بندی